Ubuntu Linux bi kurdî
Ev agahî li ser Ubuntu 5.10 (cotmehê 2005). Agahî li ser Ubuntuya dawî, Ubuntu 6.06 (hezîran 2006) li vir heye.Linuxa yekemîn a kurdî
Di 13'ê cotmehê 2005 de "Ubuntu Linux 5.10" derket. CD ji bo daxistinê niha amade ye.Me gelek car bihîst, lê niha bi rastî hat. Di guhertoya 5.10 (2005 meha 10) bi navê kodê "Breezy Badger" ya Ubuntu Linux de paketeke kurdî heye. Ubuntu Linux 5.10 bi derdora sermasê GNOME 2.12 tê.
Tê de gelek hevok
li kurdî
hatin wergerandin, û her meh
paketeke zimanê ye nû dê derbikeve. Di
van paketan de her dem wergerên
herî nû
hene. Heke înterneta te hebe, rojanekirina wergeran bixweser
çêdibe.
Naverok
Daxistin
Tu dikarî CD ya Ubuntu Linux bi Kurdî daxî (download bikî). Mezinahiya vê CD ~600 MB e. Guhertoya dawî di cotmehê de dê derbikeve, niha guhertoyên pêşdîtinê amade ne. Tê de desteka kurdî hîn ne %100 e.
Du cureyên CD hene.
Yek "Live CD", yanî "CD ya zindî" ye. Bi vê CD Ubuntu Linux nayê sazkirin, lê tû dikarî hemû foksiyonên Linuxê biceribînî.
Yê din, "Install CD", yanî "CD ya sazkirinê" ye. Bi vê CD tû dikarî Ubuntu Linux bi kurdî di komputera xwe de saz bikî. Heke gel te Windows jî hebe, ev ne pirsgirêk e. Her dû dikarin gel hev bixebitin.
Rûpela daxistinê Ubuntu (her dem
guhertoya herî dawî)
CD ya sazkirinê / Install CD
- Ji bo Pentium û AMD32:
ISO: http://releases.ubuntu.com/5.10/ubuntu-5.10-install-i386.iso
Torrent: http://releases.ubuntu.com/5.10/ubuntu-5.10-install-i386.iso.torrent - Ji bo AMD64: http://releases.ubuntu.com/5.10/ubuntu-5.10-install-amd64.iso
CD ya zindî / Live CD
- Ji bo Pentium û AMD32
ISO: http://releases.ubuntu.com/5.10/ubuntu-5.10-live-i386
Torrent: http://releases.ubuntu.com/5.10/ubuntu-5.10-live-i386.iso.torrent - Ji bo AMD64: http://releases.ubuntu.com/5.10/ubuntu-5.10-live-amd64.iso
Sazkirin
Sazkirin hîn bi kurdî nabe, bi zimaneke din saz bike û piştre bizivire kurdî (wêne). Sazkirina bi kurdî di nîsana 2006 de wê derbikeve.
Ji bo kurdîkirinê, di menuya "System" de "Yönetim" û tê de "Language Selector" hilbijêre. Di hemû qutikan de kurdî hilbijêre û "OK" bêje. Niha ji înternetê paketên kurdî tên daxistin û sazkirin. Ji bo zêdetir agahî bibîne rûpela Ubuntu Pirs û Bersiv.
Zêdetir agahî
Bi kurdî
- Malpera Ubuntu ya kurdî di Ubuntu de
- Ubuntu Pirs
û
Bersiv
- Wîkîpediya [linux | ubuntu | gnome]
- Koma PCKurd
- Rewşa wergerên di Ubuntu de
- Rewşa wergerên di Mandriva de
- Rewşa wergerên di Gnome de (2.12)
Bi tirkî
Spas
Kadir Dilsiz sazumankarê projeya Linux a kurdî ye.
Ubuntu Linux û GNOME ji aliyê endamên Koma PCKurd tê wergerandin. Tê de bi taybetî keda Erdal Ronahî, Rêzan Tovjîn, Amed C. Jiyan, Abdullah Ulas, Kadir Dilsiz û Rizoyê Xerzî heye.
Heke tû bixwazî navê tê li vir hebe, were û alîkarî bike.