Firefox bi kurdî tê

Em paketeke zimanî ji bo Firefox 1.5 (Windows, Linux û Mac) amade dikin. Hûn dikarin niha biceribînin. Paket dixebite, lê hîn ne temam e. Ji kerema xwe pêşniyar û rexneyên xwe bişînin me.

 Sazkirin:

  1. Bi tikeke ser wêneya milê rast, guhertoya Firefox ya herî dawî daxe û saz bike. Ziman ferq nake.
  2. Firefox veke û paketeke kurdî ji bo Firefox daxe. Guhertoya bilindtirîn derbas dibe.
  3. Bi "File > Open..." ("Dosya > Veke...") dosiya xxx-ku.xpi bibîne û saz bike
  4. Wekî navnîşan "about:config" binivîse
  5. Li hevoka "general.useragent.locale" bigere û nirxa wê bike "ku"
  6. Firefox bigire û veke
Niha Firefox bû kurdî.

Agahiyên berfireh di forumên PCKurd.net de hene.