ubuntuLinux bi kurdî hat

Di 1'ê hezîranê 2006'an de "Ubuntu Linux 6.06" derket. CD ji bo daxistinê niha amade ye.

Heke ev girêdan nexebite, ji pêşkêşkara Ubuntu daxe.

Ubuntu 6.06 (kod: Dapper Drake) ji her demê zêdetir 'bi kurdî' ye. Tê de klavyeya kurdî hene, Firefox bi kurdî ye, kontrola rastnivîs bi kurdî gengaz e. Ubuntu GNU/Linux 6.06 bi derdora sermasê GNOME 2.14 tê.

Her meh paketeke zimanê ye nû dê derbikeve. Di van paketan de her dem wergerên herî nû hene. Heke înterneta te hebe, rojanekirina wergeran bixweser çêdibe.

Zêdetir agahî

Bi kurdî

Bi tirkî

Spas

Kadir Dilsiz sazumankarê projeya Linux a kurdî ye.

Ubuntu, GNOME, OpenOffice.org û Firefox ji aliyê endamên Koma PCKurd tê wergerandin. Li wergerên me bigere. Tê de bi taybetî keda Erdal Ronahî, Amed Ç. Jiyan, Jiyan Alpîranî, Ceng Karakuş, Abdullah Ulas, Kadir Dilsiz, Rêzan Tovjîn û Rizoyê Xerzî heye.

Heke tû bixwazî navê tê li vir hebe, were û alîkarî bike.