OpenOffice.org 2 & MySpell a kurdî

OpenOffice.org 2 & MySpell

DicOOo

menuya format

menuya character

OpenOffice.org çi ye?

OpenOffice.org paketeke bernameyan ji bo ofîsê ye. Reqîbê girîngtirîn yê Microsoft Office e. OpenOffice.org nivîsbariya azad e.
OpenOffice 2.0 niha li kurdî tê wergerandin. Em hevîdar in di dema nêzîk de wê xelas bibe. OpenOffice 2.0 niha jî desteka kurdî dide. Kontrola rastnivîsa kurdî tê de heye.

MySpell çi ye?

MySpell bernameyeke ji bo kontrola rastnivîsê ye. MySpell di bernameya OpenOffice.org de tê bi kar anîn. Ji bo mînakeke bitikîne ser wêneyê.

MySpell niha di asta ceribandinê ye. Dixebite, lê lîsteya peyvên nas ne dirêj e (~10.000 peyv).

Ez çawa bistînim?

Heke gel te OpenOffice.org nebe, li vir daxe:
Heke gel te OpenOffice.org hebe, ferhenga kurdî bi DicOOo daxe. DicOOo wê MySpell a kurdî serbixwe saz bike.

Heke tu dixwazî bi destê xwe saz bikî, tu dikarî paketa MySpell a kurdî ji vir jî daxî:

Ez çawa saz bikim?

Heke gel te OpenOffice 2.0 hebe, daxistina bi DicOOo'yê bes e. Xwediyên OpenOffice 1.1.x dîsa dikarin bi DicOOo daxin, lê divê sazkirin bi destê xwe çêkin.

Ez çawa bi kar bînim?

Di OpenOffice.org'ê de wekî zimanê nivîsê "Kurdish (Turkey)" hilbijêre. Di versyona 2.0 de ev di menuya Format > Character de çêdibe. Li wêneyên tu vê dikarî baş bibînî.

Di zimanê kurdî de standart tune, MySpell çi dike?

Helbet rastnivîsa kurdî tê nîqaş kirin. Em bi xebatkarên çapemeniya kurdî re dixebitin da ku kurdiyeke nûjen û rast bê bi kar anîn.

Ez çawa "MySpell"ê firehtir bikim?

Nivîsara "MySpell a kurdî" agahî dide.

Tekilî û e-name

Dema şaştî ango kemasiyên bibinin, ji me re binivîsin!
Heke bixwazin rexne an pêşniyaz bikin, ji me re binivîsin!
Heke bixwazin alîkarî bikin, ji me re binivîsin!

Zêdetir agahî